26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siyasetmedarekî Kurd: Baweriya me bi Iraqê nemaye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat li Kurdistanê Xefûr Mexmûrî dibêje, dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê hatiye û li şûna xwe Kurd xwe bi Bexdayê re mijûl bikin, pêwsît e amadekariyên serxwebûnê bikin, ji ber ku êdî baweriya Kurdan bi Iraqê nemaye.

Xefûr Mexmûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ti baweriya me bi Iraqê û bi deselata Bexdayê tune ye. Ezmûna me ya 70 salî ligel Suneyên Iraqê hebû. Jibilî malwêranî û kuştin û karesatan ji me re nanîn. Ev 15 sal e ku em ligel Şîeyan jî ezmûneke nexweş dijîn. Êdî kar ligel Bexdayê tiştekî vala ye û baştirîn çareserî, ragihandina dewleta Kurdistanê ye.”

Mexmûrî wiha got: “Niha dema serxwebûna Kurdistanê ye û êdî hewce nake em demê ji destê xwe bibin. Herwiha Herêma Kurdistanê hemû şert û mercên ku bibe dewlet li xwe digre. Lewma jî pêwîst e li şûna ku em xwe bi Iraqê ve mijûl bikin, pêwîst e em xwe ji ragihandina dewleta Kurdistanê re amade bikin.”

Nûçeyên têkildar