Ji ber PKKê Sîdekan dîsa hat bordumankirin..100 gund vala mane

Soran-KDP.info- Ji ber hebûna çekdarên PKK li navçeyê, Hêzên Tirkiyê cardin nahiyeya Sîdakanê borduman kirin û rêveberê wê nahiyeyê jî ragihand ku ji ber navendên PKKê 100 gund nehatine avedankirin.
Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Karwan Kerîm Xan ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên şer ên Tirkiyê, binke û baregehên PKKê li navçeyên Lolan û Xuakurkê yên Sîdekan borduman kirin, ku ev ne cara yekem e ku Tirkiye li wan navçeyan dide.”
Kerîm Xan wiha got: “Her ku balafirên Tirkiyê li navçeyê didin tirseke mezin dikeve dilê welatiyan û zerer û ziyaneke mezin li wir çêdibe.”
Rêveberê Sîdekanê ragihand: “Devera Sîdekanê 250 gundî li xwe digre, lê ji ber hebûna navendên PKKê û xerabiya rewşa navçeyê, hêj 100 gund nehatine avedankirin.”




