Serok Barzanî û Cîgirê Serokmarê Iraqê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokomarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de serkeftinên Hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê bilind hatin nirxandin.
Îro Dûşema 6-2-2017, li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokmarê Iraqa Federal Usama Nucêfî û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtina ku Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî jî tê de amade bû, serkeftinên Hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê bilind hatin nirxandin.
Herwiha herdu aliyan behsa rewşa meydanî ya operasyona azadkirina Mûsilê û pêşeroja wê parêzgehê kirin.
Di beşeke din a wê civînê de, behsa rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê hat kirin. Herwiha pêngavên dijayetî û rûbirûbûna terorê li navçeyên cuda ên Iraqê hat nirxandin.




