Turkman: Projeya me ji bo Bexdayê serxwebûna Kurdistanê ye
__2017_02_06_h17m32s3__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Çaksaziyê ya Turkmanî Ebdulqadir Bazirgan ragihand, em wek aliyên siyasî yên Kurdistanê projeya me li hemberî projeya Şîeyan, serxwebûna Kurdistanê ye.
Ebdulqadir Bazirgan ji malpera KDP.info re ragihand: “Şanda Hevpeymaniya Niûtimanî ya Iraqê ku hat Herêma Kurdistanê,
projeyek ligel xwe anîbûn û daxwaz kirin ku hemû aliyên siyasî piştgiriyê li projeya wan bikin. Lê baweriya me bi aliyên siyasî yên Bexdayê tune ye, ji ber ku ev zêdetirî 3 salan e ku pereyên Kurdistanê qut kirine. Ew projeya ku anîbûn ti sûdeke wê ji Herêma Kurdistanê re tune ye. Lewma jî pêwîst e şandeke hevbeş ji Kurdistanê bo pirsa serxwebûnê biçe Bexdayê û eger ew şand bi beşdariya hemû aliyan be dê encamên wê yên baş hebin.”
Serokê Partiya Çaksaziyê ya Turkmanî wiha domand: “Dê li hemberî projeya Şîeyan projeya me hebe û ew jî serxwebûna Kurdistanê ye. Ji ber ku baştirîn çareserî ew e ku em bibin welatekî serbixwe û pêwîst e hemû aliyên siyasî jî xwe bikin yek û bi hevre daxwaza serxwebûnê bikin û ew projeyên ku Bexda pêşkêş dike tenê ji bo dirêjkirina demê ye.”




