Serok Barzanî û Serokmarê Iraqê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir.
Roja dûşem 06.02.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Fuad Mehsûm Serokomarê Iraqê û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtina de ku Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê amade bû, serdana şanda pilebilind a
Hevpeymaniya Niştîmanî ya Iraqê ya bi Serokayetiya Emmar Elhekîm bo Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Herwiha herdu aliyan behsa wan girift û kêşeyên ku di proseya siyasiya Iraqê de heye, kirin.
Her di vê hevdîtinê de di derbarê hevkêşeyên siyasî yên Iraq û navçeyê û li ber çav girtina gef û derfetên rola aliyên Kurdistaniyan li Iraqê û proseya siyasiya wê û her wiha babeta yasaya hilbijartinan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û pêwîstî mîsogerkirina yekrêziya aliyên Kurdistaniyan mijareke dinê vê civînê bû.




