26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK bo Yekgirtû: Rewş hestyar û çarenivîsaz e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta 23yemîn salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê peymek ji wê partiyê re şand û tê de ragihand ku rewş hestyar û çarenivîsaz e û pêwîst e hemû aliyên siyasî bi berpirsyaretî bi erkê ser milê xwe rabin.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Bi helkefta 23yemîn damezrandina Yekgirtû de, em gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî we dikin û em hêvîdar dikin bi vê helkeftê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hêza xwe bikin yek bo parastina vê ezmûnê û ji bo serkeftina doza rewa ya gelê me û gihîştin bi armancê xwe.”

PDKê di peyama xwe de wiha domand: “Rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û navçeyê gelekî hestyar û çarenivîsaz e, lewma pêwîst e hemû aliyên siyasî bi berpirsyaretî bi erkê ser milê xwe yê neteweyî û niştimanî rabin û ji bo berjewendiyên bilind yên gel û welatê xwe, em pêngavên cidî bo yekîtiyekê di navbera xwe de bavêjin, ew jî bo bidestxistina pêşerojeke geştir.”
 

Nûçeyên têkildar