Yekgirtû û Komonîst: Êdî dema danûstandinên serxwebûnê hatiye

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Emîdarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Dr. Mihemed Ehmed dibêje, serkirdatiya Kurdistanê kariye derfetekê çêbike bo destpêkirina danûstandinên serxwebûnê ligel Bexdayê. Hevdem Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst a Kurdistanê Hendrên Mihemed dibêje, Bexda êdî zane ku Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe.
Duhî şandeke Şîeyan ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Emar Hekîm serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel partiyên siyasî yên Kurdistanê civiya. Di wê civînê de partiyên Kurdistanî tekez kirin li ser mafê çarenivîsê yê Kurdistanê.
Derbarê vê pirsê de, Dr. Mihemed Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Girîng e ku em ligel Bexdayê li ser mafê xwe gotûbêjan bikin û em bighên rêkeftinekê. Eger ew rêkeftin pêk were dê ne pirsgirêkên herêmê û ne jî pirsgirêkên navdewletî ji me re çêbibin. Serkirdatiya Kurdistanê kariye derfetekê bo destpêkirina gotûbêj û danûstandinan ligel Bexdayê çêbike, lewma jî divê em wê derfetê ji destê xwe bernedin û em berdewam kar li ser bikin.”
Ji aliyê xwe ve, Hendirên Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Pirsa serxwebûna Kurdistanê, mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye, lê pêwîstiya wê bi amdekariyê heye û ew yek jî pêwîst e bi riya yekxistina navmala Kurdistanê be. Bexda jî wê yekê fêm dike ku êdî Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe. Lê divê em ligel hemû aliyên Iraqê gotûbêj bikin.”




