26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Simê Boselî: Hinek aliyên Şîe, PKK li dijî Herêma Kurdistanê bikar tînin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Fermandehiya Şingalê Simê Boselî dibêje, hinek aliyên nava Şîeyan li Bexdayê, PKK li dijî Herêma Kurdistanê bikar tînin, ji ber ku dizanin Herêma Kurdistanê roj bi roj pêş dikeve.

Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK hêj ji Şingalê venekşiyaye, ew jî piştî van hemû daxwazên navxwe û navdewletî û yên xelkê Şingalê, lê ew naxwazin ji Şingalê derkevin, ji ber ku dixwazin pirsgirêkan ji me re derxînin, bi xwe ti karekî wan li wir tune ye.”

Boselî wiha got: “PKK dixwaze pirsgirêkan ji xelkê Şingalê re derxîne, rast e dema ku ew hatin DAIŞ li vir bû, lê niha ti karekî wan tune ye û Hêzên Pêşmerge navçeyê diparêzin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Mana PKK li Şingalê bi alîkariya Bexda ye, ji ber ku hinek aliyên nava Şîeyan PKK li dijî Herêma Kurdistanê bikar tînin, ji ber ku dibînin roj bi roj Kurdistan pêşkeftîtir dibe, lewma jî dixwazin bi riya PKKê pirsgirêkan ji Kurdistanê re derxînin.”
 

Nûçeyên têkildar