26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Nêzîk dê encamên erênî yên piroseya çaksaziyê derkevin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, projeya riya 120 metrî bi hemû wateyan girîng e, ji wan jî di warê avakirinê de, di demekê de ku Herêma Kurdistanê di bin barekî giran ya darayî re derbas dibe.

Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma vekirina projeya riya 120 metrî ya li Hewlêrê bû û gotarek tê de pêşkêş kir.
Serokwezîr Barzanî ragihand, tevî barê darayî yê giran, xelkê dilsoz hene û sermiyanên xwe bo avakirina Kurdistanê pêşkêş dikin û ew jî cihê şanaziyê ne.
Her di derbarê projeyê de got, projeya riya 120 metrî ji aliyê grûpa kampanya Hîwa bi qerz hatiye dirustkirin û berî dema xwe jî temam kiriye, armanc jî avakirina Kurdistanê bûye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din ya gotara xwe de rola karta taybet bi girîngî nirxand û got, karta taybet dînemoya wê ya sereke avakirin e û bê beşdarîkirina wê kartê, welat bipêş nakeve û pêwîst e karta taybet rola xwe bo avakirinê bibîne û sermiyayên xwe têxin projeyên Herêma Kurdistanê.
Her di vî warî de amaje bi cibicîkirina projeya riya 120 metrî kir û got, di dema êrîşa DAIŞê de ku tenê 30 k.m dûrî Hewlêrê bû, hin ji kompaniyayan karên xwe ragirtin, lê ev kompaniya li ser karê xwe berdewam bû û cihê şanaziyê ye, ku xema welêt xwaribû.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî spasiya endezyarên xwemalî yên vê projeyê kir û rola Pêşmerge û hêzên asayişê bo parastina aramiyê girîng nirxand, ku bi şevê xew nedikirin bo parastina ewlehî û asayişa Kurdistanê.
Serokwezîrê Kurdistanê ragihand: “Herêma Kurdistanê 3 salên dijwar derbas kirin û eger ne ji têgiheştina xelkê ba, me nikarîbû rûbirûyî van hemû kirîzan bibana. Ji aliyekî din ve, nabe Herêma Kurdistanê heta heta pişta xwe tenê bi sektorekê girê bide. Herwiha derbarê piroseya çaksaziyê, ev pirose bi awayekî pir baş destpê kiriye û dibe ku niha encamên wê dernekevin, lê di siberojeke nêzîk de, xelkê Kurdistanê dê encamên wê yên erênî bibînin.”

Nûçeyên têkildar