26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdan ji Şîeyan re gotin: Emê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hevserokê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Belên Ebdulah ku partiya wî jî di civîna nabvera Herêma Kurdistanê û şanda Şîeyan de beşdar bû, dibêje, “me ji şîeyan re got ku Kurd bi xwe dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Duhî şandeke Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Emar Hekîm hat Herêma Kurdistanê û ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya. Piştî civînê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand: “Me vê carê bê şerm behsa serxwebûna Kurdistanê kir û me got jî ku mafê me heye ku em hizra mafê çarenivîsê bikin.”

Derbarê wê civînê, Belên Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Me wek partiyêm siyasî bi eşkere axaftinên xwe kirin û me got ev 13 sal e ku rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebû, lê ti encama wê nebû û niha em rojane daxuyaniyên berpirsên we dibhîzin ku cadeya Iraqê li dijî me han didin.”

Li gorî zanyariyên Ebdulah, di pirojeya Hevpeymaniya Niştimanî de hatiye ku nabe Iraq perçe bibe, “Me jî ji wan re got em perçekirina Iraqê naxwazin lê ma dibe Kurd heta dawî ji siberoja xwe nepiştrast be. Me got li gorî maf û yasayên navdewletî Kurd xwedî mafê çarenivîsê ne. Me ji wan re got ku pirojeya Kurdan heye û emê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û ev maf di destûrê Iraqê de jî hatiye.”

Hevserokê Partiya Zehmetkêşan wiha got: “Şanda Şîeyan ji me re gotin ku niha ne dema serxwebûnê ye, lê gotina wan hêncetek e û Kurd bi xwe dizanin kengî dema serxwebûnê ye. Eger baweriya wan bi serxwebûna Kurdistanê heba dê di pirojeya xwe behsa wê kirbana.”

Hevdem çavdêrê siyasî û parlamenterê berê yê Kurd li Iraqê Dr. Hemîd Bavî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî li pişt mijara serxwebûna Kurdistanê ye û pêngavên baş derbarê vê pirsê de avêtiye, lewma jî pêwîst e aliyên siyasî piştgiriya wî bikin da ku em bighên armanca xwe.”

Nûçeyên têkildar