25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PKK rêgir e ji vekirina hin deriyê sînorî re..Bi sedan gund dagîr kirine”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê Nazim Kebîr ragihand ku hinek deriyê sînorî hene ku biryar e di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran de, bên vekirin, lê PKK rêgir e ji vekirina wan deriyan re.

Nazim Kebîr Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek komîteya navxwe em çendîn car li ser vekirina hinek deriyê navdewletî ligel aliyên pêwendîdar civyane, nexasim jî derbarê deriyê Kêleşînê yê ku dikeve sînorê Sîdekanê, ku helbet ew sînor xwedî giringiyeke mezin e ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lewma jî pêwîst e her rêgiriyek hebe ji aliyê PKKê ve, nemîne. Ji ber ku tenê PKK li wê navçeyê rêgir e û pêwîst e ji wir derkeve û berjewendiya xelkê Kurdistanê liber çav bigre.”

Kebîr wiha got: “Li gorî dîvdeçûnên komîteya me, PKK li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi sedan gund dagîr kiriye û rê nade ku xelkê wan navçeyan biçin ser mal û gundên xwe. Bi sedan gund dagîr kirine û xelkê wan neçar mane ku ji malên xwe bar bikin.”

 

Nûçeyên têkildar