26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ahmet Turk: Hêvîdar im pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê destpê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku ew dixwazin pirsa Kurd bi rêya diyalogê, aştiyê û aqilek hevbeş bê çareserkirin. Herwiha hêvî xwest ku pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê destpê bike.

Ahmet Turk di Kurdistan24 re ragihand: “Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn girîngtirîn pirs a herêmê ye. Em dixwazin pirsa Kurd bi rêya diyalogê, aştiyê û aqilek hevbeş bê çareserkirin. Gelê Kurd, ku 40 milyon e, bê statu ye. Ger Kurd di herêmê de bibe xwedî yeksanî, ev di berjewendiya gelê Kurd, herweha gelê Tirke jî. Lê, siyasetek bêdengkirinê hemberê gelê Kurd tê birêvebirin.”

Li ser pirsa girêdayî siyaseta siwîl-demokratîk, eqlê hevbeş ê çareseriyê, Turk anî ziman, ku ”Em divê eqliyeta meşandina siyaseta demokrasiyê berfereh bikin. Ji bo ku çareserî di rêya demokrasiyê, diyalogê, diplomasiyê de pêk were, em dive bi sabir siyasetê birêve bibin. Herweha, dewleta Tirk, ne di bin metirsiya ku Kurd tiştek bidest bixin, ji bo xwe metirsî bibînin de siyasetê bikin.

Siyaseta îro ne siyasetek aqilek demokratîk e. Em dive xwe ji rexne bikin, kêmasiyê xwe jî bibînin. Siyaseta demokrasiyê berfereh bikin. Divê em rê bidin, gelê Kurd carnan bîhna xwe bistîne, bikaribe daxwazên xwe bîne ziman. ”

Ji bo wergirtina insiyatifek ji bo diyalog, aştiyê, Ahmed Turk bersîva xwe weha da: “gava ez di zîndanê de bûm jî, ez gelekî fikirîm.

Niha jî emrê min gihiştiye 74-75 salan. Ez dixwazim rolekê ji bo diyalogê, aştiyê bilîzim. Herweha jib o ku, sere çekdarî ji hole rabe,

ji bi siyasetek berfereh xebatê bikim. Lê, ez nizanim xebatek kesatî çiqas dikare bandore bike, weya em nizanin. Îro, ne ez tenê, insanên Tirk bi xwe jî, insanên xwedî wijdan, xwedî ehleq hene. Ew jî dixwazin, ev pirsgîrêk bi rêya aştiyê, diyalogê çareser bibin.

Ew jî xebatek wan heye. Em dixwazin, vê xebatê berfereh bikin. Em baş zanin, 100 salan jî, 200 salan jî şer çêbibe, dawiya wê bi aştî û diyalogê pirs dê werin çareser kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî, li Tirkiye jî, bi hikumetê re, bi siyasetmedar û partiyan re hevdîtinan çêbikin, ku dijminahiya nav gelan berfereh bibe. Ji îro pê ve, di rêya aştiyê, di rêya demokrasiyê de çi imkanên min, çi derfetên min hebin. Em dê li ser vê xebatê bikin.”

Li ser bandor û rolek ji bo pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê ji alî Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ve, Ahmet Turk da nîşandan: “Serokê hêja Mesûd Barzanî, îro ji her demî zêdetir dikare rola xwe bilîze, ji bo diyalogê, aştiyê xebatê bike. Birêz

Barzanî, serokê gelê Kurd e, ji bo pêşeroja gelê Kurd hevdîtinan bi Kurdan re bike, bi dewletên din re bike. Xebata xwe berfereh bike, hîn jî pêşve bibe.Ji dil û can dixwazim Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatek di vî warî de berbiçav bike û rola xwe bilîze.”

Nûçeyên têkildar