Serok Barzanî: Baweriya me bi Bexdayê nemaye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke pilebilinda ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya Iraqê civiya û di wê hevdîtinê de, ragihand ku baweriya wan bi Bexdayê nemaye û her çareseriyek hebê divê bi awayekî be ku dawî bi ji çêbûna karesat û êşan li dijî gelê Kurdistanê be.
Îro Şemiya 04.02.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke bilinda Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê kir ku ji Seyîd Emar Elhekîm Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî û hejmarek ji nûner û serkirdeyên partiyên siyasiyên li nav Hevpeymaniya Niştîmanî ya Iraqê pêk hatibû.
Di destpêka civînê de Seyîd Emar Elhekîm Serokê Hevpeymanî ya Niştîmanî li gotarek da pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û artêş û hêzên Iraqî li beranber terorîstên DAIŞê kir û yekrêzî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqî li şerê azadkirina Musilê de bilind nirxand. Herwiha pêzanînên wî jî ji bo rola Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê di serkirdayetîkirina şerê dijî DAIŞê û operasyona azadkirina Musilê hebûn.
Di dirêjahiya gotara xwe de jibilî balkişandina li ser dîrok û ezmûna hevbeş a aliyan di dijayetîkirina dîktatorî û herwiha astengî û ew derfetên ku niha li pêşiya aliyên Iraqê de hene tekez li ser wê yekê kir ku pêwîst e pêdaçûn hebe li ser pêwendiyên di navbera herdu aliyê Kurdistanî û Hevpeymaniya Niştîmanî û xalên lawaz û kêmasî û kêşe bêne çareserkirin û ew jî di çarçoveya destpêşxerî û lihevhatina siyasî û pêkanîna lîjneya hevbeşa siyasî û hikûmî û hevdîtinên berdewam ji bo hevdû nêzîkkirin û cêgîrkirina bingehên serekiyên Iraqa nû ku hemû aliyek têda hevbeşin. Her wiha balkişand li ser serdana dîrokiya Serok Barzanî û şanda Kurdistanî ya Bexda li eylûla derbasbûyî û ragihand ku hatina wan ji bo Kurdistanê bi dûvdaçûna encamên serdana Serok Barzanî ya Bexdaye.
Eve jî behs kir ku ezmûna hemahengiya serbazî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û şerê teror û dîroka xebata hevbeş palnerê serekîne ji bo hevdû nêzîkbûn û çareserkirina kêşeyan.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî şanda mêhvanan kir û li gotarek da behsa wan êşan kir ku ji aliyê Hikûmetên Iraqê ve li ser gelê Kurdistanê da hatiye li qonaxa dirustbûna Iraqê û heta rûxana rejîma Be'es û balkişand li ser wan binpêkirinan ku li piştî 2003 li ser gelê Kurdistanê hatine kirin û tekez li wê yekê jî kir ku gelê Kurdistanê li piştî rûxana Be'es hemû hewlekî daye ji bo binyatnana Iraqa nû, lê belê her wekî qonaxa berê kar ji bo têkdana şeraket û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê û zalkirina zimanê zorîne û cara dawî jî birîna budçeya xelkê Kurdistanê kir.
Serok Barzanî eve jî xisterû ku ev yek bûne sedema nemana bawerî û kûrbûna kêşeyan, ji bo wê yekê her çareseriyek hebê divê bi awayek bê ku dawî bi serhildana karesat û êşên li dijî gelê Kurdistanê bê.
Di beşekî dinê civînê de amadebûyên civînê têbînî û nêrîna partiyên siyasiyên li nav Hevpeymaniya Niştîmanî di derbarê rewşa siyasî û çawayiya çareserkirina kêşeyan û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê xisterû.
Di vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê amade bûn.




