25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Haco: ENKS dê mafê Kurdan di destûr û hikûmeta nû de garantî bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên ENKSê dibêje, kongreya Cenêfê bo 20 mehê hat paşxistin û ENKSê dê vê carê li kar bo garantîkirina mafê Kurdan di hikûmeta veguhêz û destûrê nû yên Sûriyê, garantî bike.

Kamîran Haco Berpirsê Pêwendiyên Derve yên ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar bû di 7ê vê mehê de kongreya Cenêfê birêve çûba, lê ji bo 20 mehê hat paşxistin. Şanda ENKSê jî duhî ligel opozisyonê bû li Enqere bo amadekariyên kongreya Cenêfê.”

Li gorî Kamîran Haco, “ENKS xwe ji wê kongireya ya ku ji bo siberoja Kurdistanê ye, amade dike û dê şandeke ENKSê bi fermî tê de amade bibe. Dê kongreya vê carê berfireh be û pirsên girîng dê tê de bên yakalîkirin. Emê xebat bikin ku mafê Kurdan di destûr û hikûmeta veguhêz de garantî be.”

Kamîran Haco ku hevdem endamê Polîtburoya PDK-Sê ye, ragihand: “Dê li Cenêfê di serî de pirsa desteya rêveberiya veguhêz bê gotûbêjkirin. Piştre dê nivîsandina destûr dê gava duyemîn be. Helbet ev danûstandin ji me re pir girîng in û divê Kurd di desteya rêveberiya veguhêz de beşdar bibin û dê nûneratiya me li gorî hejmara Kurdan be. Herwiha emê hemû hewlên xwe bidin ku mafê Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de garantî bikin. Em wek ENKSê jî dê pirojeyeke me hebe û emê bibin Cinêfê.”

Nûçeyên têkildar