Ahmet Turk: Tenê riya demokrasî û aştiyê li pêşiya me maye

Hewlêr-KDP.info- Serokê berê yê şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd tenê demokrasî, azadî û wekhevî ye.
Ahmet Turk piştî ji girtîgehê derket ji rojnamevan re got; “Pêvajoyekî pir giring û zehmet e. Kurd ji pêvajoyekî giring re derbas dibin. Ez ji zîndanê derketim lê hê jî hevserokên partiya me û nêzîkî 70 siyasetmedarên din di girtîgehan de ne.”
Turk daxuyand, ku ew hêvî dike di demekê kurt de hişmendiyeke hevbeş a çareseriyê derbikeve û pirsgirêkên îro bên çareserkirin û wiha axivî: “Em bawer dikin, ji rêya aştî û demokrasiyê çareserî nebe ti rêyên din ên çareseriyê nînin. Ji ber vê yekê divê em zêdetir xwedî li aştî, demokrasî û wekheviyê derbikevin.”
Turk da zanîn, ku ew di girtîgehê de ligel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anlî û siyasetmedar Cebar Laygara re di heman jûrê de mane û got; “Ez derketim ew man, dilê min hîn jî ligel wan e. ez hêvî dikim hevalên min di demekê kurt de bên azadkirin.”
Ahmet Turk diyar kir, heta aştî û mafên mirovan û mafê gelê kurd bicîh nebin ev nexweşî xilas nabin.
Ahmet Turk roja 17ê Mijdara 2016ê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin. Turk roja 21ê Mijdarê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û roja 24ê Mijdarê jî bi tometa “Endamtiya rêxistineke terorîstî” hatibû girtin.
Ahmet Turk yekemîn car şandibûne Silivriyê. Roja 25ê Çileya 2017ê Ahmet Turk ji bo dermankirinê anîne Xarpêtê (Elezîzê) û roja 30ê Çileyê jî şandibûne Dadweriya Pizîşkî ya Stenbolê.




