26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Şîeyan bi piroje hatiye Hewlêrê..Nêrîna Kurdistanê dixwazin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanda pilebilind ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan bi serokatiya Emar Hekîm bi piroje li Hewlêrê ye.

Îro 4-2-2017 Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê Emar Hekîm ligel şandeke Şîeyan hat Hewlêrê û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîn îro tên kirin. Dê civîn vekirî û zelal bin. Lê pirojeyeke wan heye ku navê wê Berjewendiya Pêkhatên Iraqê ye û dê wê pirojeyê ligel Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin. Herwiha dê operasyona Mûsilê jî behs bikin. Herwiha dê di civînan de nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî bên gotûbêjkirin.”

Li gorî zanyariyên KDP.info, şanda Şîeyan dixwaze nêrîna partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser pirojeya xwe werbigire.

Nûçeyên têkildar