Biro: Çend navçeyên aram li Sûriyê tên avakirin..Dîktatoriya PYDê êdî nayê qebûlkirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku çend navçeyên aram dê li Sûriyê ava bibin û yek ji wan navçeyan dê bo Kurdan be. Herwiha got jî ku êdî dîktatoriya PYDê nayê qebûlkirin.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî zanyariyan û pêşniyarên me, Amerîka û welatên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê, dê çend navçeyên aram li Sûriyê ava bikin. Yek ji wan navçeyan li Rojavayê Kurdistanê dibe, lê hêj nexuya ye û em nizanin ku Amerîka daxwaza çi dike, lewma jî gelek zanyariyên me li ser cihê wan navçeyan tune ne. Helbet li gorî pilana wan navçeyên aram, nabe balafirên rêjîma Sûriyê li ser wan navçeyan bifirin û dê şer bi dawî were.”
Biro wiha got: “Nîvê xelkê Sûriyê tevî Kurdan jî koçberî derve û Ewropa bûne, avakirina wan navçeyên aram ji bo wê yekê ye ku ew welatî vegerin ser cih û warên xwe.”
Serokê ENKSê wiha domand: “Em dixwazin biryareke navdewletî bo avakirina navçeyên aram derkeve, ji ber ku gelek hêzên leşkerî yên rewa li Sûriyê hene. Lê eger ew navçe li Rojavayê Kurdistanê çêbibe dê li wir xweferizkirin û dîktatoriya PYDê neyê qebûlkirin. Rûsya jî xwe ji pişta PYDê vekişand û dê êdî kes wek dostê PYDê namîne.”




