25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Almanya: Em dixwazin di siberojê de jî piştevan bin ji Kurdistanê re

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Hevagengiya Aborî û Geşepêdana Almanya piştî civîna xwe ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ji dil ve spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku bûye alîgirê aramî û mirovatiyê, lewma jî Almanya dixwaze di siberojê de jî piştevaniya Kurdistanê bike.

Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Hevagengiya Aborî û Geşepêdana Almanya Gêt Moler civîna xwe bi dawî kirin, civîneke rojnamevanî lidar xistin.

Di serî de, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Em bi awayekî giştî spasiya Almanya dikin û bi taybetî jî em spasiya cenabê wezîdê mêvan dikin ku bi awayekî baş dengê Herêma Kurdistanê gihandiye civaka navdewletî di hemû konfransa de. Herwiha em spasiya alîkariyên mirovî yên wî welatî bo koçberên li Herêma Kurdisanê û alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge dikin. Me di civîna xwe de behsa çawaniya pêşxistina wan alîkariyan di siberojê de jî kir.”

Derbarê dirêjkirina dema mana şêwirmendê leşkerî yên Almanya li Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Parlamentoya Almanya kir li ser biryara mana şêwirmendên wê li Herêma Kurdistanê û Iraqê û ew yek wek alîkariyeke mezin bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Hevdem wezîrê Almanya ragihand: “Em spasiya Hikûmeta Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikin ku we di vê rewşa dijwar de pêşwazîli van hemû koçberan kiriye. Em hatine piştevaniyê li we bikin. Pêwîst e Yekîtiya Ewropa jî bi heman şêwe alîkariya Herêma Kurdistanê bike û em Herêma Kurdistanê bitenê nahêlin.”

Herwiha wek dûbarekirina piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê, Wezîrê Hevagengiya Aborî û Geşepêdana Almanya Gêt Moler wiha got: “Em ji dil ve spasiya we dikin ji ber ku Kurdistan bûye alîgirê aramî û mirovatiyê û ji ber ku hûn ji dil ve kar dikin û xelkê werdigirin, lewma jî em dixwazin di siberojê de jî piştevan bin ji Kurdistanê re.”

Nûçeyên têkildar