25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya: Em alîkar bin di avakirina navçeyên rizgarkirî de..Emê berdewam bin li ser alîkariya Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Hevahengiya Aborî û Geşepêdana Almanya ragihand ku ewê berdewam bin li ser alîkariya Herêma Kurdistanê. Herwiha wî wezîrê Almanya ragihand ku welatê wî dê alîkar be di avedankirina navçeyên rizgarkirî de.

Îro 2-2-2017 danê êvarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hevahengiya Aborî û Geşepêdana Almanya Gêrd Moler û Seroka Partiya Kesk Klodya Ros kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan destxweşî li xelk û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku tevî vê rewşa dijwar karîne rûbirûyê gelek pirsgirêkên mezin bibin mîna gev û êrişên terorîstan û kirîza darayî û hatina bi sed hezaran penaber.

Şanda Almanya hevahengiya leşkerî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bilind nirxand û ragihand ku ewê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî yên welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û tekez jî kir ku di wan alîkariyên mirovî yên welatê wî pêşkêşî Iraqê dikin, dê para Herêma Kurdistanê jî hebe.

Herwiha wezîrê Almanî tekez kir ku welatê wî dê alîkar be di warê avedankirina navçeyên azadkirî de, da ku koçber vegerin ser mal û warê xwe, bi taybetî jî koçberên Êzdî.

Moler da zanîn ku do konferansa bê ya Fox bo alîkariyê mirovî, ewê rewşa Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve bixin reojevê de û pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê vê yekê de amadekariyên xwe bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wan alîkariyên leşkerî û mirovî û perwerdeyê yên Almanya bo Herêma Kurdistanê kir û got ku alozoiyên di navbera Herwlêr û Bexdayê de mane û ti alîkariyên mirovî ji koçberan re neşandine.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezîrê Hevahengiya Aborî û Geşepêdana Almanya kir ku di konferansa alîkariya mirovî li Londonê behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir.

Nûçeyên têkildar