Îtaliya Di Warê Perwerdehî De Hewkariya Kurdistanê Dike

Îro Konsulusê Îtaliyayê yê li Bexdayê tevî heyeteke vê welatî serdana Wezareta Xwendina bilind ya Hikûmeta Kurdistanê kir û ji aliyê Wezîrê Xwendina bilind yê Hikûmeta Kurdistanê Dr. Elî Seîd ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtineke de her dû alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îtaliyayê de û herwiha çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên han kir bi taybetî di warê xwendin û perwerdehî de.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de peymaneke jihevfêmkirin di navbera Wezîrê Xwendina bilind û Konsulsuê Îtaliyayê de hate îmzekirin û li gorî vê peymana han Xwendekarên Kurd dikarin biçin Îtaliyayê û xwendina xwe bidomînin.




