26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dihok.. 2880 Êzdî bi riya ofîsa serokwezîrê Kurdistanê hatine rizgarkirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Rêveberê Karûbarê Êzdiyan li parêzgeha Dihokê Îdan Şêx Kalo dibêje, heta niha 2880 Kurdên Êzdî bi riya ofîsa serokwezîrê Kurdistanê ya ji bo karûbarê êzdiyên revandî, ji destê DAIŞê rizgar bûne.

Îdan Şêx Kalo ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha bi riya ofîsa serokwezîrê Kurdistanê 2880 Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin, lê hinek kes û aliyên siyasî rizgarkirina van kesan bûye siyasî û wê yekê ji xwe re dikin destkeft, lê ji her kesî re eşkere ye û bi belge ku ew hewlatiyên Êzdî ji aliyê me ve hatine rizgarkirin.”

Kalo wiha got: “Piştî rizgarkirina wan jî, eger pêwîstiya wan kesan bi çareseriyê hebe, em bi riya vê ofîsê wan derman dikin û eger ne ji vê ofîsê ba ev hemû kes nedihatin rizgarkirin.”

 

Nûçeyên têkildar