Viyan Dexîl: Ne ji alîkariya Bexda be, PKK nikare li Şingalê bimîne

Şingal-KDP.info- Parlamentera Êzdî di Parlamentoya Iraqê de dibêje, eger Hikûmeta Iraqê alîkariya PKKê neke, PKK nikare li Şingalê bimîne û heta ku PKK li Şingalê be jî, dê metirsî li ser navçeyê berdewam be.
Viyan Dexîl, Parlamentera PDKê li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta ku hêzên nekurdistanî li Şingalê hebin, dê metirsî li ser rewşa wê navçeyê hebe, lê Hikûmeta Kurdistanê hewl dide bi gotûbêj û bi riya aştiyane wê pirsgirêkê çareser bike. Eger ev yek ser negire, pêwîst e biryareke pir bihêz bê dan ku ew hêz li Şingalê nemîne.”
Dexîl wiha got: “Bexda alîkariya wan hêzan dike û eger ne ji alîkariya wê ba PKK nikarîbû li Şingalê maba, ku alîkariyên madî û leşkerî dide wan. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi xwe got ku ew alîkariya 500 çekdarên PKKê li Şingalê dikin.”
Wê parlamentera Êzdî wiha domand: “Em û PKK ji aliyê hizr û sîstemê ve ligel PKKê lihev nakin, ji ber ku em razî nabin keç û zarokên me tevlî PKKê bibin û careke din venegerin, ku ev yek li cem Kurdên Êzdê nayê qebûlkirin. Gelek malbat hatine cem me û li wan gilî kirine û daxwaza vegerana zarokên xwe dikin.”




