Wezîra Îtalya: Em şanaziyê dikin ku em hevkar û alîkar bûn ji Pêşmerge re

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniya Îtalya kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku ew şanaziyê dikin ku ew hevkar û alîkar bûn ji Pêşmerge re.
Roja pênçşem 02.02.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Roberta Pinotti Wezîra Berevaniya Îtalya û şandekî ligel kir.
Di wê hevdîtinê de Wezîra Berevaniya Îtalya pesnê azayetî û qehremaniya hêzên Pêşmerge kir li şerê terorîstên DAIŞê û rêz û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana Pêşmerge hebû û eve jî xisterû ku welatê Îtalya şanaziyê bi wê yekê ve dike ku hevkar û yarmetîderê Pêşmerge bune. Ji bilî balkişandina li ser rola Îtalya li hevpeymaniya navdewletiya şerê Da'îş piştevaniya welatê xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge dûpat kir.
Di beşekî dinê axaftina xwe de Wezîra Berevaniya Îtalya armanca serdan û geşta xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrovekir.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û hikûmet û artêşa Îtalya kir ku li şerê terorê da yarmetiya gelê Kurdistanê daye û ragihand ku berfirehkirina peywendiyên li gel Îtalya ya ji bo Herêma Kurdistanê cihê girîngiyê ye û serdana berpirsên bilindên Îtalya ya Herêma Kurdistanê wateyeke xwe ya kûr heye û tekez jî kir ku yarmetiyên serbaziyên Îtalya ji bo Pêşmerge û pêdana meşq û rahênanê bandor û encameke xwe ya gelek baş hebûye.
Her li vê civînê de rewşa bajarê Musil û hengavên operasyona azadkirina Musil û rola Pêşmerge ya li vê operasyonê da hate nirxandin û behsa paşaroja parêzgeha Nînowa û metirsiyên wê yên hizra tayîfegerî li qonaxa piştî DAIŞê kirin û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste xelkên navçeyên azadkirî bi taybet Mesîhî û Êzîdî bikarin bi piştrastiyê ve vegerin navçeyên xwe û rêwşuwênekî wiha li ber bê girtin berî ku karesat dûbare nebin û pêkhat nebin qurbana gengeşeya mezhebî û tayîfegeriyê.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û rewşa siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




