Amarên Amerîka: 1000 terorîstên DAIŞê di şerê Şingalê de hatine kuştin

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li Şingalê dibêje, li gorî amarên Amerîka, di dema operasyona rizgarkirina Şingalê de 1000 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Haşim Sîteyî ku fermandarê Pêşmerge li Şingalê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî amarên hêzên Amerîka ji destpêka operasyona Şingalê û heta dawiya wê operasyonê, hezar terorîstên DAIŞê hatine kuştin, ku beşek ji wan zarok bûn û beşek jî biyanî bûn û ti zanyariyên wan li ser Şingalê tune bûn.”
Sîteyî wiha got: “Di dema operasyona Şingalê de hejmareke zêde ji terorîstên DAIŞê hatin kuştin. Beşek ji wan hatine amarkirin, wek mînak di xaniyekî de 47 terorîstên DAIŞê ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine kuştin. Herwiha heşmareke zêde ji terorîstên wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kuştin.”




