26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siûd Mela: Serok Barzanî daxwaz dike em yekrêz û yekgirtî bin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand alîkariya ku ji destê wî bê dê ji bo Rojavayê Kurdistanê bike, herwiha daxwaz kir ku Kurd yekgirtî û yekrêz bin.

Duhî şandeke ENKSê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Siûd Mela derbarê wê civînê ji malpera KDP.info re ragihand: “Me ligel Serok Barzanî behsa siberoja Rojavayê û Iraqê kir. Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku ew nakokiyên ku Rojavayê Kurdistanê hene pir xerab in û pilanek li dijî Kurdan tê bicîhkirin û xizmeta doza Kurdî li Sûriyê nake. Pêwîst e Kurd li Rojava yekhirtî bin. Lewma jî Serok Barzanî daxwaz ji me kir ku em bi aliyê yekrêziyê ve biçin.”

Mela wiha got: “Serok Barzanî hemû piştgiriya xwe bo Rojavayê Kurdistanê ragihand û got ku alîkariya ji destê wî bê dê ji Rojavayê Kurdistanê re bike. Barzanî tekez ji şanda ENKSê re got, çi ji we re pêwîst be û hûn daxwaza çi bikin, ez amade me cîbicî bikim.”

Sekreterê PDK-Sê ragihand: “Emê wek ENKSê di kongireya Cenêfê de beşdar bibin û dê pirojeya me jî hebe. Herwiha em berdewam kar dikin ku di demeke nêzîk de Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê û bergiriyê li ax ş xelkê xwe bikin û em bi ti awayî neligel alozî û têkdana navmala Kurdî ne.”
 

Nûçeyên têkildar