26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îdrîs Barzanî Pêşmerge û têkoşerê diyar yê Kurdistanê..Xwedî roleke mezin bû di hizra neteweyî de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di salvegera koça dawî ya şehîdê serkirde, Pêşmerge û têkoşerê diyar yê Kurdistanê Îdrîs Barzanî de, Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê û nivîskarên kurd ji malpera KDP.info re behsa peyam û rola Îdrîs Barzanî di şoreşa kurdayetî û hizra neteweyî û peyama mirovatiyê de dikin û dibêjin wî rolekî mezin di Şoreşa Gulanê de bo dîroka Kurd û Kurdistanê kiriye.

Îdrîs Barzanî xwedî roleke mezin bû di avakirina bereyeke niştimanî de

Dr. Nasih Xefur, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê û hevxebarê Îdrîs Barzanî dibêje: “Ez çend salan ligel Îdrîs Barzanî bûm. Baweriya wî bi kesekî hatiba hemû deselat dida wî. Komek taybetmendiyên wî hebûn, mîna mêrxasî û çavnetirsî û têkoşerî û hezkirina ji xwendinê. Xwedî dilekî pir paqij bû. Netenê Kurd bû, lê belê tekezî li ser mirovatiyî dikin. Xemek mezin bo mafên gelê Kurd dixwar. Digot divê em girift û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di salvegera şehîdbûna Îdrîs de rêj û hurmeteke mezin bo mêrxasî rêbaza Barzanî heye. Îdrîs serkirde û rêberê PDK û Şoreşa Gulan bûye. Ew birayê mezin ê her kurdekî bûye. Kurdperwerekî mezin bûye. Di avakirina bereyekî niştimanî di navbera aliyên Kurdistanî û Iraqî de roleke mezin dît, herwiha di avakirina bereyeke Kurdistanî bo lihevhatina PDK û YNKê de roleke mezin dît. Navê wî bi endazyarê giştî yê pêwendiyên birayetî di navbera partiyên Kurdî de derketiye.”

Şehîd Îdrîs Barzanî bo aştî û xebata kurdayetiyê her kes matmayî kir

Reşîd Mela Umer Kulekî, Nivîskar û xwediyê pirtûkeka li ser jiyana Îdrîs Barzanî jî dibêje: “Şehîd Îdrîs Barzanî mirovekî mezin e û qet namre.. Dibistaneke hizr û bîr û felsefeyê ye. Hizrên wî hîn di bîra me hemûyan de ne. Pêşniyar û felsefeya wî bo dunyaya siyasetê dê her zindî bimînin û dê bibin rê ji paşeroja me re. Gerek kesayetiya wî lêkolînên zanistî li ser bên kirin, ji ber ku karînên wî ji bo aştî û xebata kurdayetiyê di astekê de bûn ku heta bi neyar û dijminên me jî matmayî kirin. Endazyarê aştî û pêkvejiyanê bû. Ew di malbateke şoreşgêr û xebatkar de perwerde bûye û vê yekê jî bandora li ser kesayetiya wî kiriye.

Şehîd Îdrîs endazyarê pêkvejiyanê bû

Qadir Qaçax, nivîskar û hozanvan, dibêje: “Min di sala 1985 de baştir şehîd Îdrîs Barzanî nas kir. Em li Rojhilatê Kurdistanê bûn û gelek caran diçûm cem wî. Mixabin îro ew ne di nava me de ye, lê ew di dilê me de ye. Wî xizmeteke mezin di şoreşa Gulan û Îlonê de dît. Di vê demê de gelekî pêwîstiya me pê heye. Wî gelekî dixwend û gelekî li pey zanistê digeriya. Ligel Pêşmerge xebat bo kurdayetiyê dikir. Barekî giran li ser milê wî bû. Wî canê kurdayetiyê û berxwedaniyê di nava kardirên PDKê de belav dikir. Ew endazyarê aştî û pêkvejiyanê bûye. Aştîxwaz bû.”

 

Nûçeyên têkildar