26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: Rojhilata Navîn ya kevin, êdî bidawî hatiye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî di semînarekê de derbarê guhertinên Rojhilata Navîn ragihand ku li gorî çend bingehên zanistî, Rojhilata Navîn êdî kevin bûye û bidawî hatiye.

Di bin navê “Herêma Kurdistanê li hember Rojhilata Navîn ya nû de” peymangeha Nawîn bo pêwendiyên navdewletî, semînarek bo Hêmin Hewramî lidar xist.
Hewramî di wê semînarê de behsa pêgeha Herêma Kurdistanê û bandora piroseya Rojhilata Navîn ya Nû li ser Herêma Kurdistanê kir.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî behsa pêgeha Herêma Kurdistanê kir û got ku ew derfet û gefên ku li pêşiya Herêma Kurdistanê hene Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve dibe.
Wî endamê Serkirdatiya PDKê di semînarê de ragihand ku li gorî çend bingehên zanistî, Rojhilata Navîn êdî kevin bûye û bidawî hatiye.
 

Nûçeyên têkildar