26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Kurdistaneke serbixwe dê sedema aramiya hemû navçeyê be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema pêşwaziya li Balyozê Hengariya li Iraqê de, ragihand ku Herêma Kurdistanê dê her cihê aram û bi ewle be li navçeyê û Kurdistaneke serbixwe jî dê sedema aramiya hemû navçeyê be.

Îro Mesrûr Barzanî pêşwazî li Etîla Tar Balyozê Hengariya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên di navbera herdu aliyan de û alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin û tekez li ser giringiya perwerdeya leşkerî bo Pêşmerge ji aliyê tîma leşkerî ya welatê Hengariya ve hat kirin.

Mesrûr Barzanî jibilî ku destxweşî li tîma perwerdeya leşkerî ya Hengariya kir, ragihand ku Herêma Kurdistanê dê ciheke aram û bi ewle bimîne li navçeyê û Kurdistaneke serbixwe dê sedema aramiya hemû navçeyê be.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Hengariya jibilî ku tekez kir li ser giringiya aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bo welatê xwe, ragihand ku leşkerên wan dê berdewam be li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.

Di beşeke din ji vê hevdîtinê, Mesrûr Barzanî behsa pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê li Mûsilê û ragihand ku hejmareke zêde ji çekdarên wê li Mûsilê hatine kuştin û niha DAIŞ ber bi rûxan û nemanê ve diçe.

Herwiha gotûbêj derbarê pêşxistin û zêdekirina pêwendiyên dostayetiyê yên di navbera Hengariya û Herêma Kurdistanê de hat kirin û Balyozê Hengariya ragihand ew li ser pêşxistina pêwendiyên hevbeş û dostayetî rijd in û Herêma Kurdistanê dikare di vî warî de pişta xwe bi Hengariya girê bide.

Nûçeyên têkildar