Îdrîs Barzanî xwedî rolekî bi bandor bû di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, Îdrîs Barzanî xwedî rolekî bi bandor bû di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de û herwiha rolekî pir mezin di avakirina bereya Kurdistanî de dîtiye.
Îdrîs Barzanî kurê Mela Mistefa Barzanî ye û sala 1944 li gundê Barzan jidayik bû. Di dema şoreşa Barzan a sêyemîn çavê xwe li duniyê vekirin. Sala 1947, ku temenê Îdrîs Barzanî 3 sal bû, bavê wî ligel 500 hevalê xwe piştî hilweşandina Komara Kurdistan, berê xwe dan Yekîtiya Sovyat a berê. Îdrîs Barzanî ligel malbata xwe wê demê bo başûrê Iraqê 11 sala hatin dûrxistin, ku li bajarên Besra, Bexda û Mûsil hatin bicîkirin. Îdrîs Barzanî heta vegera bavê xwe di sala 1958 de, li wan bajaran dixwend.
Heval û pêşmergeyên ligel Îdrîs Barzanî bûn, behsa hezkirina xelkê jê re dikin û dibêjin, Îdrîs qet xwe ji pêşmergeyan dûr nedikin û bi sadeyî ligel wan dijiya, herwiha gelek caran di şikeft û bin kevrên çiyayên Kurdistanê de bi rojan dima.
Sala 1961, Îdrîs Barzanî roleke mezin dibîne di Şoreşa Îlonê de, bi taybetî jî di şerê Hendirên de. Herwiha roleke mezin dît di avakirina bereyeke Kurdistanî de û wek endazyarê lihevhatina niştimanî dihat naskirin.
Endamê Serkirdatiya PDKê Ekrem Salih derbarê Îdrîs Barzanî dibêje: “Mixabin qederê derfet neda ku zêdetir xizmeta gelê xwe bike.
Helbet ew dema ku jiya jî xizmeteke mezin pêşkêşî gel û welatê xwe kir. Îdrîs yek ji serkirdeyên herî diyar û bi bandor di tevgera siyasî ya kurdî de bû. Rola wî pir mezin bû di rêvebirina PDKê û xizmetkirina koçberên ku ji ber rêjîma Beis berê xwe dan Îranê. Ked û xebata wî bûne sedem ku em rêzeke mezin jê re bigirin, ji ber ku roleke mezin di avakirina bereyeke Kurdistanê de jî dîtiye. Ew endazyarê lihevhatin û yektiya Kurdistanî bû, ku ew bere û yekîtî bû sedema serhildana raperîna kurdistanê û avakirina dezgehên Herêma Kurdistanê.
Saet 6ê sibeha roja 31ê meha 1ê ya sala 1987 li gundê Sîvanî yê ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê Îdrîs Barzanî koça dawî kir û li goristana bajarê Şino li tenişt bavê xwe hat veşartin. Piştî raperîna sala 1991 serkirdatiya PDKê biryar da ku herdu terman bîne Başûrê Kurdistanê û piştre ji rojên 6 heta 8ê meha 10 di sala 1993ê di merasîmekê de termên wan li Barzan hatin veşartin.




