“Pêşmergeyên Roj nêzîk diçin Rojavayê Kurdistanê..Dê guhertin çêbibin”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsekî PDK-Sê zanyariyeke girîng derbarê Rojavayê Kurdistanê eşkere dike û dibêje, Pêşmergeyên Roj dê nêzîk ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Herwiha tekez dike ku guhertineke mezin dê di rewşa Sûriyê û Rojava de çêbibe.
Nûrî Birîmo Endamê Serkirdatiya PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “Artêşa Roj, ji bo wê yekê hatiye avakirin ku bergiriyê li ax û ala Kurdistanê bike û di demeke pir nêzîk de dê ew hêz here Rojavayê Kurdistanê û li wir bicîh bibe.”
Derbarê wê yekê ku gelo PYD dê razî bibe Pêşmergeyên Roj vegerin Rojava, Birîmo wiha got: “Li Rojhilata Navîn gelek bûyer diqewimin û guhertin li ber derî ne. Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku nabe 120 rojan welatiyên Sûriye û Iraq û Yemenê biçin Amerîka. Ew dema ku Trump diyar kiriye girêdayî van guhertinên Rojhilata Navîn û Sûriyê ne. Ligel wan guhertinan dê artêşa Roj jî veger Rojavayê Kurdistanê.”




