Barzanî: Siberoja Kurdên Rojava dê di destê aliyê xwedî projeya neteweyî de be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel ENKSê civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku biryar û siberoja Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di destê rêbazeke rast de be, ku ew rêbaz xwedî piroje û berjewendiya neteweyî ya Kurdî be.
Roja sêşem 31.01.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Sekreter û Nûnerên Partiyên siyasî yên nav ENKSê kir.
Di hevdîtinê de şanda mêhvan behsa gotûbêj û civîna Astana ya li welatê Kazaxistanê û helwesta aliyên beşdarbû yên wan gotûbêjan di derbarê paşaroja Sûriye kir. Ronahî jî xistin ser çalakiyên siyasî û dîplomasî yên ENKSê ji bo bergirîkirina li daxwazên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê.
Herwiha şanda ENKSê li ser piştevanîkirina hêzên resen û niştîmanperwer ên Kurd li Sûriyê, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û daxwaz kirin ku Serok Barzanî nêrîn û şîretên xwe yên li ser pêşhatên Sûriye û paşaroja Kurdan li Sûriyê û navçeyê ji wan re pêşkêş bike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî sipasî helwest û xweragiriya partiyên siyasî yên nav ENKSê kir û tekez li ser wê yekê kir ku biryar û paşaroja Kurdan li Sûriyê dê di destê wan de dibe yên ku li ser rêbazekî rast in û li ser berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd pêngavan davêjin.
Serok Barzanî ew yek jî diyar kir ku ew bi hemû şiyanek ve piştevaniya daxwaz û mafên gelê Kurd li Sûriyê dikin û Herêma Kurdistanê jî wekî mal û piştevanê xuşk û birayên Kurd li Sûriyê dimîne.
Her di vê civînê de Serok Barzanî gotarek di derbarê serxwebûna Kurdistanê û rewşa siyasî ya navçeyê û nêrîna welatan di derbarê gelê Kurdistan û Pêşmerge û eger û pêşhatên siyasiyên Sûriye pêşkêş kir.
Di axaftina xwe de Serok Barzanî behsa gefên hizra tundrew û terorê jî kir û got ku, cîhan ji bo têkşikandina terorê û jinavbirina hizra terorê pêwîstî bi gelê Kurdistanê heye.
Herwiha ji bilî behskirina şerê mezhebî li navçeyê, Serok Barzanî tekez kir ku Kurdistan ti demekê nabe beşek ji wî şerê ku li navçeyê li holê de ye û nabe beşek ji wê pozberiya ku bûye belayek ji bo asayişa navçeyê û cîhanê.




