26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DBK:Divê Opozisyon li hemberî bûyerên Serê Kaniyê xwedî helwest be

Çavkanî: KDP.info

Desteya Bilind a Kurd DBK beyannameyek derbarê komkujiya roja 11/12/2012`an ya li gundê Eqrebê ya ser bi bajarê Hemayê û komkujiya li Şêxmeqsudê û rûdanên li Serêkaniyê belav kir.

 

Di beyannameyê de DBK`ê hemû ew komkujî û kiryarên rêjîmê û di heman demê destêwerdanên grûpên çekdarî yên li Serê Kaniyê jî şermezar kirine.

 

Desteya Bilind a Kurd di beyannameya xwe de teqez li ser giringiya vekişyana grûpên çekdarî ji bajarê Serêkaniyê kirine ku rêveberiya bajêr ji xelkê navçeyê re bê hêlan ku bi xwe rêveberiya xwe bikin.

 

Desteya Bilind a Kurd bang li Itîlafa Niştimanî ya hêzên opozisyonê û şoreşê kiriye ku helwesta xwe li hemberî van êrişan rabighîne û li pêşiya van kiryarên tirsinak raweste. 

 

DBK`ê di dawiya beyannameyê de bang li hemû pêkhateyên li navçeyê kirine ku bi hevre li dijî hêzên biyanî, parêzvaniya navçeyên xwe bikin.

 

Nûçeyên têkildar