26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PYDê endamekî Polîtburoya PDK-Sê binçav kir

Çavkanî: KDP.info

Rojava-KDP.info- Berpirsê Ofîsa ENKSê li Herêam Kurdistanê ragihand ku îro asayişa PYDê helbet bê sebeb, endamekî Polîtburoya PDK-Sê binçav kir.

Xalid Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Dûşemê asyişa PYDê li gundê Kortepan ê ser bi Girkêlegê ve, Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed ku bi Ebû Luqman tê naskirin, girtin, ew jî bê ku ti sedemek hebe.”

Elî wiha got: “PYDê ew endamê rêveberiya me wek serkirdeyên me yên din tenê li ser nêrînên wan ên siyasî hatine girtin.”

Meha 6ê ya par jî Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin û piştre hatibû berdan.

Nûçeyên têkildar