ENKS: Dê pirojeyek me ji bo Cenêfê hebe

Hewlêr-KDP.info- Endamekî ENKSê dibêje, partiyên di nava ENKSê de hejmarek civîn û hevdîtin lidar xistine bo amadekirina pirojeyekê bo kongreya Cenêfê û bo guhertinên li Sûriyê, ew civîn jî dê berdewam bin heta ku rêkeftinek di navbera wan de çêbibe.
Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Partiyên siyasî yên di nava ENKSê de ji duhî ve dest bi civîn û hevdîtinan kirine û dê ew civîn berdewam bin heta ku rêkeftinek çêbibe.”
Azîzî wiha got: “Li Sûriyê guhertin çêdibin û dê şer raweste û qonaxa aştiyê destpê bike û biryar e danûstandinên ên Cenêfê destpê bikin û tê de hikûmeta veguhêz bê avakirin û destûrekî nû ji Sûriyê re bê nivîsandin, ji ber wan guhertinan jî pêwîst e pirojeyeke me jî hebe.”
Biryar e danûstandinên Cenêfê di 7ê meha bê de destpê bikin ENKS jî tê de beşdar dibe.




