26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qadirî: Beşdariya ENKSê pêwîstiyeke neteweyî û niştimanî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran Mihemed Nezîfî Qadirî dibêje, beşdariya ENKSê di piroseya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de pêwîstiyeke neteweyî û niştimanî ye û bi beşdariya wê dê Rojavayê Kurdistanê parastî be.

Mihemed Nezîfî Qadirî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi nêrîna me û hemû çavdêrên siyasî, dema hemû aliyên siyasî di piroseya siyasî û niştmanî de beşdar bin dê gelê Kurd bighê mafên xwe yên neteweyî.”

Qadirî wiha got: “Me daxwaz ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kirine ku hemû bikaribin bi yek gotarê nêzîkî pirsên siyasî bikin. Beşdariya ENKSê di piroseya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de pêwîstiyeke neteweyî û niştimanî ye û bi beşdariya wê dê Rojavayê Kurdistanê parastî be.”
Attachments area
 

Nûçeyên têkildar