Parlamenterekî PDKê: Pêşmerge zêdegaviyê ji Heşda Şeibî qebûl nake

Bexda-KDP.info- Endamekî Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê dibêje, Hêzên Pêşmerge zêdegaviyê ji ti hêzekê li hemberî Başûrê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge qebûl nakin.
Şaxewan Ebdulah ku parlamenterê PDKê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku hêzên Heşda Şeibî çeperên Pêşmerge li Şingalê topbaran kirin û zêdegavî kirin, ez ligel berdevkê Heşda Şeibî axivîm û min ji wan re got ku hinek aliyan ew derfet bikar anîne bo derxistina fitneyê, lewma jî min wek endamekî Komîteya Asayişê daxwaz ji wan kir ku zû lêkolînekê li ser wê zêdegaviyê bikin û bi fermî daxwaza lêborînê bikin. Ji ber ku eger Pêşmerge zanibin ku ew bûyer bi qestî bû, qet bêbersiv namînin û zêdegaviyê ji ti hêzekê qebûl nakin.”
Ebdulah wiha domand: “Berdevkê Heşda Şeibî ji min re got: Em wek hêzeke qehreman li Hêzên Pêşmerge dinerin û tişta ku çêbû şaşîtiyek bû ji aliyê kesna ve û ne helwesta Heşda Şeibî ye û ew topbaran bi qest nebû û soz da ku encamên lêkolînê eşkere bike.”
Şaxewan Ebdulah wiha ragihand: “Helbet em li hêviya lêkolîna wam e û ew jî baş Pêşmerge nas dikin ku guvaşan ji ti hêzekê qebûl nakin.”




