25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Birîmo: Kurdan rolek girîng dît di Astana de..Encama wê erênî bû

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDK-Sê dibêje, encamên kongreya Astanayê erênî bûn û Kurdan di wê kongreyê de roleke girîng dîtin.

Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdan roleke girîng dît di wê kongireyê de. Em her kongreyekê derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de bi pêngavekê girîng û baş dibînin û kongreya Astana jî pir baş bû û ENKS wek nûnera Kurdên Rojava tê de beşdar bû, ev yek jî nîşan dide ku netenê em, lê belê hemû cîhan me wek nûnerê Rojavayê Kurdistanê dibînin.”

Birîmo wiha got: “Encamên wê kongreyê bo xelkê Sûriyê erênî û baş bûn, ji ber ku ew kongre bo agirbesta şer bû. Rewşa Sûriyê pir aloz e û gelek dest tê de ne. Rola welatên herêmî tê de gelekî mezin in û Hizbulaha Lubnanê jî roleke mezin dibîne. Herwiha DAIŞê jî rûbereke mezin ji axa Sûriyê kontrol kiriye.”

Nûçeyên têkildar