26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Pêşmergeyên Roj dê li navçeya aram bicîh bibin”

Çavkanî: KDP.info

Rojava-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a PDK-Sê dibêje, biryar e Pêşmergeyên Roj ên Rojavayê Kurdistanê li navçeyên aram ên Rojava bicîh bibin û xelkê Rojavayê Kurdistanê jî daxwaz dikin ku Pêşmerge wan biparêzin.

Dijwar Tofîq ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek ENKSê pêwendiya me ligel welatên cîhanê bihêz e û 120 welat îtîrafê bi ENKSê dikin. Piştî 3 mehan biryar e pirojeya navçeyên aram li Sûriyê cîbicî bibe û şerê DAIŞê bê kirin û bo pêşeroja navçeyê.”
Li gorî Tofîq, biryar e Pêşmergeyên Roj ên Rojavayê Kurdistanê li navçeyên aram ên Rojava bicîh bibin û xelkê Rojavayê Kurdistanê jî daxwaz dikin ku Pêşmerge wan biparêzin.
 

Nûçeyên têkildar