Fermandarê Pêşmerge: Topxaneyên me bersiva Heşda Şeibî dan û ew bêdeng kirin

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li eniya Şingalê dibêje, Heşda Şeibî bi fermî daxwaza lêborînê ji Hêzên Pêşmerge kiriye û Pêşmerge ew bi tundî hişyar kirine ku eger ew çeperên Pêşmerge topbaran bikin dê Pêşmerge bersiva wan bidin û pêr jî li Şingalê topxaneyên Pêşmerge bersiva wan dan û ew bêdeng kirin.
Emîd Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku hêzên Heşda Şeibî çeperên Pêşmerge topbaran kirin, me ew hêz hişyar kirin û wan jî dest bi lêkolînê kirin û piştre daxwaza lêborînê ji Hêzên Pêşmerge kirin û gotin ew topbaran bi bi şaşîtî bû. Em jî naxwazin pirsgirêk di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de çêbibe.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Çend caran Heşda Şeibî berê topên xwe dan çeprên Hêzên Pêşmerge, me jî ew yek qebûl nekir û me bersiva topên wan dan û me ew bêdeng kirin û nema top avêtin ser çeperên Pêşmerge. Her demekê ku ew topan bavêjin ser çeperên me, emê bi tundî bersiva wan bidin.”




