Mesrûr Barzanî ji Balyozê Brîtanya re behsa serxwebûna Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Di çarçoveya pêşwaziya li Balyozê Brîtanya li Iraqê de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku serxwebûna Kurdistanê daxwaza hemû aliyên Herêma Kurdistanê ye.
Îro 28-1-2017 Mesrûr Barzanî pêşwazî li Frank Beiker Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û leşker li navçeyê hatin nirxandin. Herwiha çawaniya birêvebirina Mûsilê piştî nemana DAIŞê hat gotûbêjkirin.
Di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî behsa gotûbêj û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bo çareserkirina rewşa siyasî kir. Herwiha behsa pêngavên serxwebûna Kurdistanê kir û tekez kir ku serxwebûn daxwaza hemû aliyên Herêma Kurdistanê ye.
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku eger Kurd bighên mafên xwe dê aramî û wekhevî di navbera gelên navçeyê de çêbibe.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Brîtanya behsa siyaset û stratîjiya welatê xwe li Iraqê kir û tekez kir li ser berdewamiya alîkariya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.




