26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, herdu aliyan siberoja Mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin.

Roja şemî 28.01.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandeka ligel wî kir.

Di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî ya şerê dijî DAIŞê li Musil û metirsî û gefên li ber paşaroja parêzgeha Nînowa û qonaxa piştî DAIŞê xistin ber behs û guftûgoyan.

Her di vê civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û peywendiyên dû qoliyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Brîtanya li qonaxa niha û paşarojê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê stratejî û siyaseta welatê xwe ya di derbarê rewşa navdewletî û guhertinên siyasî ji bo Serok Barzanî xisterû.
 

Nûçeyên têkildar