Nêçîrvan Barzanî: Hêviya Kurdan bi Amerîka mezin e..Rewşa darayî baş dibe

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, Kurd hêviyeke mezin ji Amerîka dikin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî pêşbînî dike êdî rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê ber bi başiyê ve biçe.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê ligel radyoya “Dengê Amerîka” beşa Kurdî de ragihand, DAIŞê tenê bi operasyona leşkerî têk naçe, dibe ku di warê leşkerî de Mûsil û Reqayê jidest bide, lê di warê îdeolojik de her dimîne.
Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, tê pêşbînîkirin ku şerê rojavayê Mûsilê şerekî girantir be, ji ber ku hejmareke mezin ji xelkê sivîl tê de nişticî ne û hêzên Iraqî bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî naxwazin xelkê sivîl ziyanê bibînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Kurd di çeperên pêşî yên şerê terorê de ne, ev jî pîvaneke gelekî girîng e boAmerîka û rêveberiya Trump, ku Kurd di pêşiya vî şerî de ne.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê jî kir, li Kurdistanê hemû pêkhate bi xweşî û azadî û bê pirsgirêk dijîn, Xiristiyanî, Misliman, Êzidî, Ereb û Tirkmen, ev jî pîvaneke gelekî girîng e.”
Her di wî warî de Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Heger li rewşa Rojhilata Navîn binêrin, dibînin ku tenê Kurdistan bûye cihê hêvî û omîdên wan xelkên ku nikarin li cihekî din bijîn û berê xwe didin Kurdistanê.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê şerê DAIŞê ragihand: “Em bergiriyê li welatê xwe dikin. Em neçûne ser kesî û me şerê wan nekiriye, DAIŞ êrişî welatê me kir û bela xwe firot me. Tişta ku em dikin, em bergiriyê li xelkê xwe dikin, helbet ew navçeyên ku me rizgar jî kirinem bandora wan li ser aramî û asayişa Herêma Kurdistanê heye.”
Derbarê çaverêkirina li rêveberiya nû ya Amerîka de, Nêçîrvan Barzanî got: “Kurd bi hêvî ku rêveberiya Trump dinêrin. Herwiha hêvîdar in jî ku ew pêwendiyên bi rêveberiya Obama re hebû, di rêveberiya Trump de zêdetir berve pêş here.”
Serokwezîrê Kurdistanê pêşbînî kir ku êdî rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê baştir bibe û ragihand: “Em nikarin bêjin em tiştên mezin dikin bo derbaskirina vê rewşa xerab, lê tişta ku ji destê me tê bo çareserkirina rewşa aborî û mûçeyê fermanberan, em dikin û ez pêşbînî dikim ku rewşa darayî baştir bibe.”
Attachments area




