Wezareta Pêşmerge: Me Heşda Şeibî hişyar kir

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Emîd Helgurd Hîkmet dibêje, me hêza Heşda Şeibî hişyar kiriye ku eger ew çeperên Pêşmerge topbaran bikin Pêşmerge jî dê bersiva wan bidin.
Duhî komek ser bi Heşda Şeibî çeperên Pêşmerge li rojhilatê navçeya Şingalê topbaran kirin.
Derbarê wê topbaranê, Emîd Helgurd Hîkmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çendîn car e ku lîwaya 30 ya Heşda Şeibî çeperên Pêşmerge topbaran dike. Navê fermandarê wê lîwayê Wead Qedo ye û birayê Henîn Qedo parlamanterê Iraqê ye. Ew berê ser bi hêza Heşda Wetenî ya Suneyan ve bû, lê piştre çû nava Heşda Şeibî ya Şîeyan da ku di azadkirina Tileferê de beşdar bibin. Ew lîwa pirsgirêkan ji xelkên sivîl û rêxistinên mirovî çêkiriye, lewma jî xelkê navçeyê bi giştî ji wan dilgiran in.”
Hîkmet wiha got: “Me serkirdatiya Heşda Şeibî hişyar kiriye ku sînorekî ji kiryarên wê hêzê re deynin. Vê carê çeperên me topbaran bikin emê bersiva wan bidin.”




