Leşkerên Almanya dê saleke din li Kurdistanê bin

Almanya-KDP.info- Parlamentoya Almanya biryar da ku ew 150 leşkerên wan ên ku Hêzên Pêşmerge perwerde dikin, saleke din li Herêma Kurdistanê bimînin.
Parlamentoya Almanya mana hêzê xwe li Herêma Kurdistanê bo salekê dirêk kir. Wê biryarê ji nava 557 parlamenteran, dengê 444 parlamenteran bidest xist.
Li gorî wê biryarê dê her 150 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Almanya heta saleke din berdewam bin li ser perwerdeya Hêzên Pêşmerge.
Ev biryara parlamentoyê piştî wê yekê hat ku roja Çarşemê Hikûmeta Almanya tekez kir li ser berdewamiya hewlên xwe bo jinavbirina DAIŞê û alîkariya Hêzên Pêşmerge hêzên Iraqê.




