26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Babe Şêx: Ew şanda ku çûye Îranê nûneratiya me nake

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Encumena Ruhanî ya Êzdiyan Babe Şêx ragihand ku haya wan ji çûna şandekê bi navê Kurdên Êzdî bo Îranê tune ye û ew şand qet nûneratiya Êzdiyan nake. Herwiha da zanîn ku ew qebûl nakin kes bi navê Êzdiyan here welatan û biaxive.

Babe Şêx ji Kurdistan 24 re ragihand: “Pêwîst e Şingal û navçeyên din ên Êzdiyan vegerin ser Herêma Kurdistanê. Min ji Serok Barzanî re jî gotiye ku em beşek in ji Herêma Kurdistanê û qet jê venagerin.”
Babe Şêx wiha got: “Ew kesên ku çûne Îranê çend kes in ji Bexda û Şingalê ne û ew nûneratiya me nakin.”

Nûçeyên têkildar