25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Endamekî ENKSê: Tişta ku rêjîma Beis nekir, PYD kir

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamê ENKSê Dr. Kawa Azîzî ragihand ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne kêmîne û tişta ku rêjîma Beis nikarîbû li hemberî Kurdan bike, PYDê kir, ew jî ji bo ku pêgeha Kurdan lawaz bike.

Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD nahêle Pêşmergeyên Rojava vegerin ser bajar û gundên xwe, ji ber ku dizanin dê Pêşmerge xelkê Rojavayê Kurdistanê biparêzin û êdî Kurd ji wir bar nakin.”
Wî endamê ENKSê wiha got: “Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne kêmîne û bi dirêjahiya dîrokê rêjîma Beis nikarîbû demografiya Rojavayê Kurdistanê bughere, lê PYDê bo lawazbûna pêgeha Kurdan kir, lewma jî eger Pêşmergeyên Rojava venegerin dê pêgeha Kurdan pir lawaztir bibe.”
 

Nûçeyên têkildar