26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nahiya Şêrwana Mezin.. 58 gund ji ber PKKê nehatina avedankirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Rêveberê Nahiya Şêrwana Mezin Kovan Reşîd dibêje, ji ber PKKê ji 72 gundên nahiya me, 58 gund ji ber aloziyên ser sînor û hebûna PKKê li wê deverê ji xelkê hatine valakirin û ew gund nehatine avedankirin û xelkê wan gundan li navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê dijîn.

Kovan Reşîd ji malpera KDP.iofo re ragihand: “Nahiya me ji 72 gundan pêk tê û ji wê hejmarê tenê 14 hatine avedankirin û 58 gund jî vala bûne û nehatine avedankirin, sedema wê jî ji ber hebûna navendên PKKê ne li wan gundan.”
Reşîd wiha got: “Eger PKK li wan gundan nemîne, dê bên avedankirin. Ew gund xwedî xêr û bêreke mezin in, çi ji aliyê çandiniyê û çi jî ji aliyê geştiyariyê ve, ku xelkê wan gundan dikarin debara jiyana xwe ji wir bikin, lê PKK rêgir e ji vegera wan re.”
 

Nûçeyên têkildar