Reşo: PKK li Başûrê Kurdistanê astengiya ji serxwebûnê re derdixe

Şingal-KDP.info- Rewşenbîr û kesayetiya Kurdên Êzdî Nayif Reşo Îdo dibêje, her kes dizane ku PKK dixwaze hêzên çekdarî li Şingalê ava bike da ku bi hênceta wan pereyan ji Bexdayê werbigire û li hember wan pereyan jî PKK astengiyan li pêşiya serxwebûna Kurdistanê derxînin.
Nayif Reşo Îdo ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK dixwaze li Şingalê hêzekê ava bike û ev yek jî di serî de metirsî ye li ser Êzdiyan û gelek ziyanê dighîne xelkê Şingalê.”
Reşo wiha got: “PKK sedem e ku civaka navdewletî hêj alîkariya avakirina Şingalê nekiriye û rêxistinên navdewletî xizmeta Şingalê nakin, ji ber ku çekdarên PKKê karên kirêt dikin û kelkê direvînin, lewma jî xelk benagerin ser malên xwe.”
Wî rewşenbîrê Êzdî wiha domand: “Her kes dizane ku PKK dixwaze hêzên çekdarî li Şingalê ava bike da ku bi hênceta wan pereyan ji Bexdayê werbigire û li hember wan pereyan jî PKK astengiyan li pêşiya serxwebûna Kurdistanê derxînin.




