26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsekî YNKê: Barzanî vegere dê PDK û YNKê bicivin

Çavkanî: KDP.info

Koye-KDP.info- Berpirsê Malbenda YNKê li bajarê Koye dibêje piştî vegera Serokê Herêma Kurdistanê ji derve dê PDK û YNK bicivin, da ku Herêma Kurdistanê ber bi çareseriya siyasî ve biçe.

Rehber Seyid Îbrahîm ku endamê Serkirdatiya YNKê ye jî, ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêkeftina YNK û YNKê pir girîng e, lê girîng e jî ku gotûbêj ligel Goran jî bê kirin. Herwiha pêwîst e di qonaxa bê de hemû aliyên siyasî berpirsyaretiya rewşê û peyama Barzanî deynin ser milê xwe û cîbicî bikin.”

Wî berpirsê YNKê wiha got: “Em çaverê dikin ku piştî vegera Barzanî ji derve ku PDK û YNKê biciviv û em geşbîn in ku hewlên Barzanî bo jihevnêzîkbûnê û civîna hemû aliyên siyasî, dê Kurdistanê ber bi çareseriya siyasî ve bibe.
 

Nûçeyên têkildar