26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Ew şanda ku çû Îranê pilana Malikî cîbicî dike û nûneratiya Êzdiyan nake”

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, ew şanda ku ji çend kesên Êzdî pêk hatibû û çûye Îranê, bi ti awayekî nûneratiya xelkê Şingalê nake û pilana Nûrî Malikî cîbicî dikin.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew kesên ku bi navê Êzdiyan çûne Îranê, bi ti awayekî nûneratiya me nake, ji ber ku ew ji bo berjewendiyên aborî û taybet çûne wî welatî, û ne ji bo berjewendiyên giştî û ji bo xelkê Şingalê çûne.”

Xelîl wiha got: “Dem hatiye ku Şingal bibe parêzgeh, ji ber ku Hikûmeta Iraqê hewl dide li şûna Şingalê, Tileferê bike parêzgeh. Ew şanda ku çûye Îranê jî 2 ji wan her nexelkê Şingalê ne û ew bi giştî nûneratiya xelkê Şinglê nakin û pilana Malikî û Hikûmeta Iraqê cîbicî dikin.”

Qayimeqamê Şingalê ragihand: “Nûnerên Kurdên Êzdî xuya ne, ku lêvegerên olî û kesayetî û pêşmergeyên Êzdî û îdareya Şingalê ne. Li ser asta navdewletî hewlek heye ku Şingal bibe sembol û parêzgeh, lê ew kesên ku çûne Îranê dixwazin rê li wê yekê bigrin û li şûna Şingalê, Tilefer bibe parêzgeh.”

Tilefer dikeve navbera Şingal û Mûsilê de û beriya demekê û di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêza Heşda Şeibî ya Şîeyan ew bajerok rizgar kirin. Piraniya xelkê Tilefer Turkmanên Şîe ne.

Nûçeyên têkildar